Kiçeka dî ya Êzdî ji Kempa Holê li rojavaya Kurdistanê hat rizgarkirin

Kiçeka dî ya Êzdî ji nav kempa Holê li parêzgeha Heseke li rojavaya Kurdistanê hat rizgarkirin.

K24- Hewlêr

Kiçeka dî ya Êzdî ji nav kempa Holê li parêzgeha Heseke li rojavaya Kurdistanê hat rizgarkirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragehand: Evro 1/Îlonê/2019  kiçeke dî ya Êzdî, temen 18 sal bi navê (Fayîze Kemal) ji alîyê kesûkarên wê ve li kempa Holê li rojava ya Kurdistanê hat rizgarkirin.

Nûçegihanê Kurdistan 24 xuya jî kir ku ew kiça rizgarbûyî, xelka gundê Werdîye ye ser bi nahye ya Gir Ûzêr li qeza Şengal.

Kempa Holê, li parêzgeha Heseke ye li rojavaya Kurdistanê û piranîya ewên li wê kempê dijîn, jin û zaroyên çekdarên Daişîyane. Hinek  ji çalakvanên Êzdî behsa wê yekê dikin ku di nav wan de kiç û jinên Êzdî jî hene, lê bi egera mezinîya kempê û hebûna wê hejmara meizn ji jinên Daişî, newêrin nasnameya xwe aşkera bikin.

Di naverrsta meha burî jî de, kiçeke Êzdî ji alîyê jinên Daişî di kempê de hat kuştin, bi egera wê yekê ku nasnemeya xwe aşkera kiribû, ev di demekê de ye ku Hêzên Suriya Demokrat (HSD) wê kempê diparêze.