Sendîkaya Rojnamevanan girtina nivîsgeha K24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar dike
Ji ber girtina nivîsgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Komîta Berevaniyê li Azadiya Rojnamevaniyê û Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê peyamek belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber girtina nivîsgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Komîta Berevaniyê li Azadiya Rojnamevaniyê û Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê peyamek belav kir.
Di peyama Komîta Berevaniyê li Azadiya Rojnamevaniyê û Mafên Rojnamevanan de hatiye, Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê ji dema çend salan ve li Rojavayê Kurdistanê “Bakurê Sûriyê” bi wergirtina moleta fermî ji îdare û aliyên berpirs ên wê îdarê ve karê rojnamevaniyê dike, lê ji çend rojan ve ji aliyê heman îdarê û aliyên berpirs ên li Rojavayê Kurdistanê ve karê wê hatiye qedexekirin û moleta wê jî hatiye rawestandin.
Komîta Berevaniyê li Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan wê rêgiriya li karê rojnamevaniyê bi hemû awayekî şermezar dike û wê bi astengkirina azadiya rojnamevaniyê û perensîpên demokrasiyê û li dijî yasayên cîhanî yên azadiya derbirînê û rojnamevaniyê dizane.
Komîta Berevaniyê li Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan ji îdare û berpirsên wê navçê daxwaz dike, di zûtirîn dem de mafê karkirinê ji dezgeha kenala Kurdistan24ê re vegerîne û jiyaneke azad bo karê rojnamevaniyê amade bike.
S. B