Firokeyên Tirkiyê, 3 çekdarên PKKyê li sinûrê Amêdyê kuştin

Li sinûrê Qezaya Amêdîyê, firokeyên cengîyên Tirkiyê otombêleke çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kire armanc û hejmareke çekdarên PKKyê hatine kuştin.

K24- Hewlêr

Li sinûrê Qezaya Amêdîyê, firokeyên cengîyên Tirkiyê otombêleke çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kire armanc û hejmareke çekdarên PKKyê hatine kuştin.

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Evro firokeyên cengîyên Tirkiyê bi mûşekekê otombêleke gerîlayên PKKyê li ser rêy nahye ya Çemnakê ya ser bi qeza ya Amêdîyê kire armanc û ji bilî şewtana otombîlê 3 çekdarên PKKyê jî di nav wê otopmbêlê de bûn û hatin kuştin.

Xuya jî kir, her bi sedema wê burdûmanê, zîyan giha rêyê û agir berbû pûş û pawanên wê deverê û rûbereke mezin ji aqarê wê deverê hat şewtandin.

Li sala par ve, bi sedema hebûna PKKyê li deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê, firokeyên cengîyên Tirkiyê û supa yê Tirkiyê berdewam wan deveran dikin armanc, bi egerê wê yekê jî ji bilî zîyanên canî û maddî bi dehan gund û avahî bi dirêzjahîya sinûr çol bûne.