Alîyên sîyasî li ser pêkanîna Civata Parêzgeha Helebce rêkkevtin

Piştî kombûna alîyên sîyasî, parêzgarê Helebce, Azad Tewfîq di konferaneseke rojnamevanî de ragihand: aliyên siyasî liser pêkanîna Civata Parêzgehê rêkeftin e û komîteyek bo pirsa pêkanîna Civata parêzgeha dê bihêt pêkanîn.

K24- Hewlêr

Ragehand jî: Li gor rêkkevtina sala 2017yê post dihên pişikkirin  tenê hinek post nebin  ku di civîna dahatî de dê bihên yek alîkirin.

Herweha got: Heya 5ê Îlonê, aliyên siyasî dê navên kandîdên xwe pêşkêş bikin û ew jî, ji bo Wezareta Navxweyî û Civata wezîrên herêma Kurdistanê bişîn in.

Li gor zanyarîyên nûçegihanê Kurdistan24, rêveberîya nahyeya Bemo bo Partîya Demokratîya Kurdistanê dibe.

Civata parêzgeha Helebce ku 5 sal in nekarîne pêk bihînin, kursîyên wê bi vî awayîne: Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê 6 kursî, Gorran 5 Kursî, Yekgirtûya Îslamî 4 kursî, Partîya Demokrata Kurdistanê 3 kursî, Komela Îslamî 3 kursî, Bizava Îslamî. 2 kursî, Soşyalîst û Hizba Komonîst 1 kursî û kakeyî jî 1 kursî.