7 rêxistinên yasayî û sivîl: Rêveberiya Xweser azadiya rojnamevaniyê binpê kiriye
7 rêxistinên yasayî û sivîl di daxuyaniyekê de qedexekirina karê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser şermezar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
7 rêxistinên yasayî û sivîl di daxuyaniyekê de qedexekirina karê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser şermezar kir û ragihand, ew binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye.
Di daxuyaniya wan rêxistin û komeleyên yasayî û sivîl de hatiye, kişandina moleta kar a Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, li gor yasayên Rêveberiya Xweser bi xwe jî û binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye.
Ew 7 rêxistin û komele vê helwesta Rêveberiya Xweser şermezar dikin û bi destdirêjahiya ser azadiyên sereke binav dikin. Herwiha ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin ji biryara xwe vekişe û moleta kar ji Kurdistan24ê re vegerîne.
Di dawiya daxuyaniyê de ew rêxistin û komela tekez dikin, Kurdistan24 di heyama kar kiriye de pabendî bi pîvanên pîşeyane bûye û rêbaza wê jî pisporî û bêalîbûn bûye.
Rêxistin û komeleyên yasayî û sivîl ên li ser daxuyaniyê îmze kirine:
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan
Desteya Yasayî ya Kurdî
Komela Berevaniya li gelên Bin Gefê de – Almanya
Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF
Komela Berevaniya di ber Mafên Mirovan de li Nemsayê
Komîta Mafên Mirovan – MAF
Navenda Sûrî a Civaka Sivîl û Lêkolînên Mafên Mirovan
S. B