Rêveberîya xweser daxuyannameyek li ser daxistina nivîsîngeha Kurdistan24 belav kir

Rêveberîya xweser daxuyannameyek derbarê ragirtina karê nivîsîngeha Kurdistan24 belav kir.

K24- Hewlêr

Rêveberîya xweser daxuyannameyek derbarê ragirtina karê nivîsîngeha Kurdistan24 belav kir.

Nivîsîngeha ragehandina Rêveberîya xweser di daxuyanname ya xwe de ragehandîye:  Rêveberîya Xweser her ji destpêka damezrandina wê ve seqayeke demokrasî bo tevaya dezgehên ragehandinê bi hemû corên wê ve berhev afrandîye daku rastî bûyeran veguhêzin.

Nivîsîngeha  ragehandina Rêveberîya Xweser dûpat dike ku heya niha biryara dawîyê derbarê ragirtina karê Kurdistan24 li bakûr û rojhelata Suriyê nehatîye dan û tekez dike ku azadîya ragehandinê bo tevaya dezgehane û em pabendîn bi pîvank û yasayên nêvdewletî.