Koçer Bîrkar wek yekem hizirmendê cîhanê hat destnîşan kirin
Koçer Bîrkar, zanayê Kurd di warê Matmatîkê de, ji alîyê govareke Birîtanîyayê ve bi yekem hizirmendê cîhanê hat destnîşan kirin.
K24- Hewlêr
Koçer Bîrkar, zanayê Kurd di warê Matmatîkê de, ji alîyê govareke Birîtanîyayê ve bi yekem hizirmendê cîhanê hat destnîşan kirin.
Govara Pirospêkt, salane li ser bingeha afrandin û vedîtinan, 50 hizirmendan destnîşan dike , bo ev sal jî wê govarê, Koçer Bîrkar li rêzbenda yekem a wan 50 hizirmendên bi bandor danîye.
Ew govar di behsa destnîşankirina Bîrkar de nivîsîye: Di nav wan 50 hizirmendên govarê destnîşan kiribûn, bi dehan hezar kesan deng dayine Koçer Bîrkar daku wek yekem hizirmendê cîhanê bihêt destnîşankirin.
Koçer Bîrkar li sala 2018 bilindtirîn xelat di warê Matmatîkê de wergirt, ku xelata Fildiz e, dûv re jî hat banghêştkirin bo Herêma Kurdistanê û ji alîyê zanko ya Selahedîn ve diktora ya Şanazmendîyê danê.