Mesrûr Barzanî: Yek ji karên herî pêşîn a hikumetê giringîdane bi kerta çandinê
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Evro Sêşembîyê 3/9/2019 pêşwazî kir li Mehemed Hacî Mehmûd, Sekretêrê giştî yê Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Evro Sêşembîyê 3/9/2019 pêşwazî kir li Mehemed Hacî Mehmûd, Sekretêrê giştî yê Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistanê.
Sekretêrê Hizba S Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku xelkê Kurdistanê ûmêd bi kabîneya nû heye û got jî: Piştîvanîyê li pêngavên hikumetê dikîn bo pêşxistin geşepêdan abûrîya Herêma Kurdistanê.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêwîste hikumet bê cudahî xizmeta welatîyên Herêma Kurdistanê bike. Di heman dem de welatî jî hevkatrîya hikumetê bikin daku bi baştirîn şêwaz karnameya xwe cîbicî bike. Got jî: Yek ji karên herî pêşîn a hikumetê giringîdane bi kerta çandinê û berhemên hindûrî.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ronahî xist gotûbêjên Herêma Kurdistan û Berxdayê û amaje bi wê yekê da ku gotûbêj berdewamin û pêşkevtin û ji hev têgihêjtin heye bo çareserkirina arîşeyan li gor destûrê.
