Perlemana Kurdisatnê amadekarîyê bo venivîsîna destûrê dike

Perlemana Kurdistanê amadekarîyê dike bo venivîsîna destûrê, bo evê armancê jî dest bi seredana alîyên sîyasî kirine û di qonaxa yekem de serdan wan partîyan dikin ewên di helbijartinên buhirî de serkevtî bûne û kursîyên perlemanî bi dest xwe anîne.

K24- Hewlêr

Perlemana Kurdistanê amadekarîyê dike bo venivîsîna destûrê, bo evê armancê jî dest bi seredana alîyên sîyasî kirine û di qonaxa yekem de serdan wan partîyan dikin ewên di helbijartinên buhirî de serkevtî bûne û kursîyên perlemanî bi dest xwe anîne.

Li ser evê mijarê, Muna Qehweçî, sekireta Perlemana Kurdistanê aşkere dike, serok Barzanî daxwaz ji wan kirîye ku venûsîna destûr bikin karê pêşîna evê gera Perlemanê. Herweha dibêje: Divêt komîteyeke nû bo venûsîna destûr bihêt pêkanîn ku nwênerê tevya alîyên sîyasî û pêkhateyan têde hebe. Seredanên perlemanê bo cem alîyên sîyasî destpêkirîne û ew seredan berdewam jî dibin.

 Di gera buhirî ya Perlemana Kurdistanê de, zêdetir ji 70 maddeyên destûrî hatîne nivîsandin, lê Perlemanê nekarî wê karê temam bike. Sedem jî nerêkkevtina alîyan bû. Alîyên sîyasî divê gera Perleman de hewla venûsîna destûr didin û daxwaz dikin ku di vê gerê de bi sazan alîyan destûra Herêma Kurdistanê bihêt nivîsandin.

Piroje yasa ya Herêma Kurdistanê li sala 2009ê ve hatîye amadekirin û ji 122 maddeyan pêkhatîye. Komîteya venivîsîna destûr di gerên buhirî de, zêdetir ji 70 maddeyan venivîsîn, lê bi egera nebûna kodengîyê venûsîna destûr berdewam nebû. Li gor axivtinên alîyên sîyasî, bi venûsîn û hebûna Destûrê Herêma Kurdistanê ji alîyê sîyasî û îdarî ve careke din dihêt rêkxistin û kêmtirîn tengijeyên sîyasî  hevrûsî Herêma Kurdistanê dibe.