Leşkerekî Tirkiyê li Mêrdînê hat kuştin

Li bajarokê Omerliyê yê Mêrdînê di encama êrîşeke PKKê de leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Omerliyê yê Mêrdînê di encama êrîşeke PKKê de leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Hikûmeta Tirkiyê, gerîlayên PKKê li bajarokê Omerliyê bombeya li ser rê bicih kiribûn, dema wesaîteke leşkerî derbas dibû teqandine.

Da zanîn jî, Di encama teqîna bombeyê de  leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest daye û 2 leşkerên jî birîndar bûne.

Operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li çend deverên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin û di encama şer de jî ji her du aliyan kuştî û birîndar çê dibin.

 

S. B