Zaxarova li ser girtina nivîsgeha Kurdistan24ê hate deng
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova helwesta welatê xwe derbarê girtina nivîgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê diyar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova helwesta welatê xwe derbarê girtina nivîgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê diyar kir.
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di bersiva peyamnêrê K24ê li Moskoyê di derbarê biryara qedexekirina karê Kurdistan24ê li Rojavayê Kuridstanê de ragihand, piştevaniyê li azadiya peyv û medya serbixwe û azad dikin.
Zaxarova got: “Bi awayekî giştî piştevaniyê li azadiya peyv û medya serbixwe û azad dikin. Em dibînin her medyayek ku bi awayekî babetyane karê ragihandinê bike û ji propaganda û alîkariya siyasî dûr be, di çarçova yasa û sînorê karê xwe de bimîne, divê mafên karkirina wê hebe.”
Herwiha got: “Bi zelalî jî li ser rewşa kenala we, pêwîst e naveroka pirsgirêkê bizanin û bê zanyariyan din zehmet e daxuyaniyê li ser vê babetê bidin, heger em dikarin zelalkirinekê li ser girtinê bidest bixin, karek baş be, piştre em jî dikarin komentê li ser wê yekê bidin.”
S. B