Sînan Çîftyurek: Dewlet hîn jî bi çavê terorê li pirsa kurd dinêre

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser yasaya pêvajoyê, ku 2 mehan berê ji aliyê parlamentoya Tirkiyeyê ve hatibû derxistin, berdewam in. Siyasetmedarên DEM Partiyê rexneyan li desthilatdarî û dewletê digirin û dibêjin, hîn jî dewletê nekariye xwe ji nêrîna ewlehiyê rizgar bike. Welatî jî dibêjin, divê demildest ji bo çareseriyê gav bên avêtin û ziman û nasnameya kurd di çarçoveya destûrê de were naskirin.

Di meha tebaxê de ji aliyê Parlementoya Tirkiyeyê ve yasayek a pêvajoyê hatibû derxistin ku bi vê yasayê rê li ber vegera endamên PKKê bo Tirkiyeyê tê vekirin û beşek ji girtiyan jî ji vê yasayê sudê werdigrin. Yasa ji ber ku ji aliyê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve çekdanîna PKKê nehatiye erêkirin hîn jî nehatiye cîbicîkirin. Li aliyekê rêveberên PKKê dibêjin ji ber ku gavên şênber nehatine avêtin pêvajo xetimiye, li aliyekê jî siyasetmedarên Dem Partîyê dibêjin dewlet û desthilat hîn jî bi polîtîkayên ewlekariyê li pirsa kurd dinihêre û divê beriya zivistanê gavên şênber werin avêtin.

Parlementerê Dem Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: “Dewlet hîn jî bi çavê terorê li pirsa kurd dinihêre, heta ku nasnameya kurd di çarçoveya öakezagonî de neyê naşi çi pirsgirêkek çareser nabe.”

Welatî jî derbarê pêvajoyê de amaje dikin ku divê demildest yasa were cîbicîkirin û her wiha mafên rewa yên kurdan werin nasîn û bal tê kêşan ku ji ber derengmayîna gavên şênber di nava civakê de jî hêviya ji pêvajoyê her ku diçe qels dibe.

Nîmet Botanî: “Divê pêvajo dereng nemine, divê germiyê de çareser bibe, kurd êdî aqil bune, ciwanên kurdan êdî aqil bune, em dixwqazin bê kuştin û pevçun ev pirs çareser bibe.”

Bozan Cîger: “Heta ku Silhedîn Demişrtaş newe berdan çareserî zehmet e.”

Hacî Qerejdaxî: “Bila mirin bidawî bibe û aştî pêk were, erê em misilman in bira ne lê divê zimanê me jî were nasîn, ez tirkî nizanim, ez biçim dadgehê ez mafdar bim jî wê min tawanbar nîşan bidin.”

Dewlet û desthilat daxwaza çekdanînê ji PKKê dike, PKK daxwaza gavên şênber dike, syasetmedar jî dibêjin divê mafên rewa yên kurdan werin nasîn, di vê çarçoveyê de deriyê çareseriyê çawa vebe nediyar e.