Şêwirmendê darayî yê Zeydî: Bilindbûna nirxê dolar aramiya aboriya welêt têk nade

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê ragihand, biryara bilindkirina nirxê dolar li hember dînarê Iraqî, ji bo rêgirtina li şokên aborî ye û wek pêngaveke xweparastinê ye li beramberî alozî û qeyranên herêmê, her wiha armanc jê parastina aramiya darayî ya Iraqê ye.

Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih îro 8ê Cotmeha 2026an, derbarê biryara Banka Navendî ya Iraqê ya ji bo zêdekirina nirxê dolarê Amerîkî li beramberî dînarê Iraqî, ji Kurdistan24ê re destnîşan kir, ji ber bandorên qeyranên herêmî û navdewletî, pêwîst dike ku hikûmet bi baldarî û hişyarî serederiyê ligel dahatên petrolê, bûdceya giştî û herikîna diravê biyanî bike.

Şêwirmendê darayî diyar kir ku ev rêkarên hatine girtin nayên wateya têkçûna aboriya Iraqê û got: “Ev pêngav di çarçoveya xweparastina pêşwext û misogerkirina aramiya aborî, darayî û dravî de ye, da ku em ji bo her pêşhateyeke nexwestî ya ku rasterast bandorê li dahatên dewletê, xerciyên giştî û bazirganiya derve dike, amade bin.”

Salih diyar kir ku siyaseta diravî bazara diravan birêve dibe û hebûna dolar misoger dike; siyaseta darayî jî bi rêkxistina xercî, bac û gumrikan dibe mertalek li hemberî qeyranên derve daku bandora wan kêm bike.

Li ser mijara rêkarên gumrikî û bacan, Mezher Mihemed Salih aşkere kir, ev gav li ser bingehên zanistî tên avêtin û armanc ne ew e ku barê giraniyê bixin ser milê welatiyan an nirxên kelûpelan buha bibin; berevajî vê, armanc rêkxistina bazirganiya hawirdekirinê, xurtkirina dahatên ne-petrolî û kontrolkirina herikîna diravê biyanî ye.

Herwiha tekez kir ku budceya giştî xwedî mekanîzmayên bihêz e bo dabînkirina pêdiviyên sereke yên mîna xurek, derman, sotemenî û xizmetguzariyên giştî. Loma piştgiriya hikûmetê di vê qonaxê de ne tenê erkekî civakî ye, lê di heman demê de amrazeke sereke ya aborî ye ji bo dabînkirina aramiya buhayên navxweyî.

Şêwirmendê darayî yê serokwezîrê Iraqê peyamek da bazarê û welatiyan û got:
“Ev rêkar ne ji bo wê yekê ne ku civak mesref û baca van qeyranan bikişîne, lê ji bo çêkirina 'marjeke ewlehiya darayî' ye ku Iraq karibe rûbirûyî rewşên awarte bibe. Hêza aboriyê tenê bi mezinahiya çavkaniyên wê nayê pîvandin, belkû bi şiyana wê ya birêvebirina qeyranan tê pîvandin, beriya ku bandorên wan derkevin holê.»

Encumena Wezîran a Iraqê, duh 6ê Cotmehê di civîna xwe ya asayî de biryar dabû ku nirxê fermî yê firotina dolarê Amerîkî ji bo welatiyan bo 1,520 dînar bê diyarkirin û ev biryar ji di heman rojê de ket warê cîbicîkirinê.