Hêmin Hewramî: Em Neteweyên Yekbûyî haydar dikîn ji hewlên dijatîkirina Herêma Kurdistanê
Hêminn Hewramî, cêgirê seroka Perlemana Kurdistanê ragehand: Li gel nwênerê taybetîyê Neteweyên Yekbûyê (NY) pirsa bêbehirkirina awareyan ji mafê dengdanê gotûbêj dikîn û NY ji wan hewlên kêmkirina desthilata destûrîya Herêma Kurdidisatnê haydar dikîn.
K24- Hewlêr
Hêminn Hewramî, cêgirê seroka Perlemana Kurdistanê ragehand: Li gel nwênerê taybetîyê Neteweyên Yekbûyê (NY) pirsa bêbehirkirina awareyan ji mafê dengdanê gotûbêj dikîn û NY ji wan hewlên kêmkirina desthilata destûrîya Herêma Kurdidisatnê haydar dikîn.
Hêmin Hewramî, bi serokatîya şandeke Perlemana Kurdistanê li Bexda ye bo pişikdarkirinê di korbenda salane ya Yekêtîya Perlemanên welatên rojavaya Asyayê.
Di hevpeyvîneke mêdyayî de, Hêmin Hewramî got: Me hejmareke bernameyan heye û me pê xweş bû serok komar jî bibînîn, lê bi egera vegerana wê bo Silêmanîyê delîveya wê dîdarê çênebû. Hewla me ewe li gel hinarteyên perlemanên din bicivîn û pewendîyên Perlemana Kurdistanê û welatên Asyayê pêş bixîn.
Herweha got: Rêkxistîya APA, ku taybete bi hemû perlemanên Asyayê banghêşt kirîye, kombûna wê ya dahatî li Hewlêrê be. Herweha me daxwaz ji emîndarê giştîyê Perlemana Erebî jî kirîye ku li gel wan pişikdar bin û me bi hev re hevahengî hebe.
Hêmin Hewramî xuya jî kir, ku evero li gel nwênerê taybetê sekiretêrê giştîyê NY dicivin û di wê civînê de, nerazîbûna xwe nîşan didîn beranber maddeya 16 ya yasa ya helbijartina Civata Parêzgehên Îraqê, ku rê nade awareyên di kempan de deng bidin û daxwaz dike ew aware vegerin.
Herweha behsa wê yekê jî kir ku di wê civînê de, nwênerê NY haydar dikin ji wan hewlên dihên dan bo kêmkirina desthilata destûrîya Herêma Kurdistanê.
Derbarê pirsa Kerkûkê jî, Hêmin Hewramî got: Rewşa Kerkûkê ne asayîye û zemîneya helbijartinê ne guncayî ye. Em daxwaz dikîn rewşa bajarî bihêt asayîkirin û dawî bi rewşa serbazîya bajarê bihêt û hevahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe di warê ewlehîyê de bo paraztina Kerkûkê ji metirsîyên Daişê û terorê.
Di pişkeke dî ya axivtinên xwe de Hêmin Hewramî got: Perlemana Kurdistanê piştîvanîyê li sitratîcîyeta hikumeta Herêmê dike bo çareserkirina arîşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de û bicîkirina dadwerîyê di budce û çareserkirina arîşeyên deverên Kurdistanî yên dikevin derveyê rêveberîya Herêmê û herweha pirsa petrol û samanên suriştî.