Rûhanî: li gel Ewrûpayê negihiştine rêkeftinê û dê gava 3yem ji çalakiyên atomî destpê bikin

Serokomarê Îranê dibêje, digel Ewrûpayê negihiştine rêkeftinê. Lewma dê gava 3yem ji çalakiyên atomî destpê bikin.

K24- Hewlêr

Serokomarê Îranê dibêje, digel Ewrûpayê negihiştine rêkeftinê. Lewma dê gava 3yem ji çalakiyên atomî destpê bikin.

Hesen Rûhanî di civînek asayî ya Civata Wezîrên Îranê de ragihand, çaverê nakin îro ya sibe, digel welatên Ewrûpayê bigihin rêkeftinê. Lewma ew dê dest bi gava 3yem ji çalakiyên xwe yên atomî bikin. Serokomarê Îranê gefa wê yekê jî kir, ku gava 3yem ji çalakiyên atomî, dê bernameya wan a atomî bileztir bike. Herweha ji bo parastina Rêkeftina Atomî, Rûhanî molet a 2 mehan, da ye welatên Ewrûpayê.

Ji alîyeke dî ve, wezîrê Derve yê Îranê dibêje, destpêkirina çalakiyên atomî, nayê wateya dawîanîn a danûstandinan digel Ewrupayê.

Mhemed Cewad Zerîf ragihand, bi biryara Civata Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê, gotûbêjên wan  digel welatên Ewrupî dê berdewam bin. Lê jiber ne cîbicîkirin a daxwaziyên wan, ew dê dest bi Qonaxa 3yem ji çalakiyên atomî bikin. Zerîf got, pabendnebûn a wan bi Rêkeftna Atomî, nayê wateya dawîanîn a danûstandinan û her dema aliyên beramber sozên xwe bicih anîn, ew dê vegerin xala destpêkê.