Li Efrînê çekdaran 5 jin û ji 10 welatî revandin
Li Efrînê zincîreya revandin û eşkencedan welatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê berdewam e û grûpên çekdar li hember serbestkirina wan daxwaza pereyan dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê zincîreya revandin û eşkencedan welatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê berdewam e û grûpên çekdar li hember serbestkirina wan daxwaza pereyan dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, hêzeke artêşa Tirkiyê ligel grûpa çekdar a bi navê Polîsa Sivîl tê naskirin roja 2ê Îlonê avêt ser gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera û zêdetir ji 10 kesan revandin, ku di nava wan de 5 jin hebûn û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirin.
Wê rêxistinê navên kesên revandî yên hatine naskirin belav kir, ku wiha ne: Letîfe Sîdo (35 salî), Emîra Şêhemî (60 salî), Mewlîde Ebdilrehman Xelîl (52 salî), Nebîhe Xelîl Êcêlî (55 salî), Wîdad Yûsif Weqas (61 salî), Mistefa Camo (30 salî), Edhem Omer Mecîd (50 salî), Horo Menan Osman (53 salî) û Hesen Ehemd (27 salî).
Wê rêxistinê da zanîn jî, li gundê Qemîliq ê ser bi navçeya Şiyê ve, serkirdeyê grûpa çekdar a bi navê Emşat “Ebo Emşe” ji bo destdanîna ser mala Hikmet Henîf Osman gule bi ser de berda û piştre bi awayekî hovane eşkence da.
Herwiha duhî 4ê Îlonê li gundê Çeqelê Ortê yê navçeya Şiyê jî, heman grûpê “Emşat” li welatî Hesen Ehmed Hacî da û bi awayekî hovane eşkence da û piştre desteser kir û li hember berdana wî daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî kir.
Grûpa Ehrar El Şerqiyê jî li navçeya Cindirêsê her yek ji Xalid Mihemed Mûsa, Sebrî Remadiyê, Basil Edlem û Cemîl Mihemed Ezazî revandin.
ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve û li gor zanyariyên çalakvanan zêdetir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û winda ne.
S. B