Aram Mihemed: Bo aramiya siyasî û civakî sîstema perwerdê datînin
Wezîrê Xwedina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê li Kongre û Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Xwendin, Teknolojiya û Xwendekaran ragihand, ji bo aramiya siyasî û civakî, sîstema perwerdê datînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Xwedina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê li Kongre û Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Xwendin, Teknolojiya û Xwendekaran ragihand, ji bo aramiya siyasî û civakî, sîstema perwerdê datînin.
Wezîrê Xwedina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê Aram Mihemed li Kongre û Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Xwendin, Teknolojiya û Xwendekaran gotarek pêşkêş û ragihand, hêvîdar in ev bone bibe derfeteke guncaw ji bo duristkirina dîbeyteke niştimanî derbarê pirsgirêk û kêşeyên sîstema perwerde û xwendina bilind li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê.
Herwiha got: Perwerde û xwendina bilind bingeha sereke ya geşepêdana firehalî ya her welatekî ye, heger bixwazin aboriyeke me ya geş û sîstemeke siyasî û civakî ya aram hebe, divê girîngiya zêdetir bidin pêgehandina zarokên xwe.
Ameje bi wê yekê kir: Divê bi hev re kar bikin bo dariştina nexşera reform û çaksaziyê vê karta perwerde û xwendina bilind. Bêgûman proseya xwendinê di sedsala 21ê de û bin bandora pêşketina teknolojya û guhartinên aborî, her dem di guhartinê de ye, ji ber wê jî pêwîstiya me bi nerîneke vekirî heye bo xwe ji çaksaziyê re amade bikin.
Wezîrê Xwedina Bilind û Lêkolînên Zanistî got: Gelek girîng e sîstema me ya perwerde û xwendina zanîngehê bi awayekî were danîn, ku xwendekar bikin navenda proseya fêrbûnê û derfetên bîrewerî, dahênan, karsazî û rexnegiriyê zêdetir ji xwendekaran vekirin.
Da zanîn jî: Bêgûman bidestxistina armancan, pêwîstî bi hevkarî û hevahengiya zêdetir di navbera wezaretên perwerde û xwendina bilind ên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Pir girîng e wê rastiyê li ber çav bigirin, ku piştî wê êş û azara ji mêj ve bi ser gelê Iraqê de hatiye, bizanin ku avakirina xweşguzarî û aramiya siyasî û civakî bi dariştina sîstemeke perwerdê ya modern û pêşketî dibe.
S. B