Gerîlayên PKKê li Şîladizê Pêşmergeyekî birîndar dikin û direvînin

Gerîlayên PKKê li nahiya Şîladizê ya Duhokê Pêşmergeyekî birîndar dikin û piştre jî wî direvînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gerîlayên PKKê li nahiya Şîladizê ya Duhokê Pêşmergeyekî birîndar dikin û piştre jî wî direvînin.

Birayê Pêşmerge Şukrî Elî ew nûçe ji K24ê re piştrast kir û ragihand, gerîlayên PKKê birayê wî Pêşmerge Şekîb Elî bi guleya Klaşînkovê birîndar kir û piştre jî ew revand.

Da zanîn jî, birayê wî bi armanca melevanîkirinê li ava geliyê Balind serdana wê navçê kiribû û li gundê Koçkisîte jî gerîlayên PKKê êrîşî wî kir û ew bi birîndarî revand.

Li gor zanyariyên K24ê, bi armanca anîna Pêşmerge Şekîb Elî, malbata wî serdana binkeyên PKKê kirin, lê berpirsên PKKê red kirin ku wî azad bikin û ji wan re gotin ku ew birîndar e û heta lêkolînê bi wî re nekin, wî azad nakin.

Pêşmerge Şekîb Elî 38 salî ye û xwedî 4 zarokan e û wek pasewan li Konsolxaneya Giştî ya Bulgaryayê li Hewlêrê erkê xwe yê Pêşmergetiyê dike.

 

S. B