Serok Barzanî pêşwazî li Selîm Cibûrî kir
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Partiya Girdbûneweya Medenî Çaksazî (Kar) a Iraqî Selîm Cibûrî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Partiya Girdbûneweya Medenî Çaksazî (Kar) a Iraqî Selîm Cibûrî kir.
Di hevdîtinê de ku Berpirsê Mekteba Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Husên amade bû, guhertin û pêşhatên siyasî yên dawî ya li ser asta Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.
Birêz Cibûrî rola Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê li rasterêkirina proseya siyasî û aramî û binyatnana dewleta medenî de bilind nirxand.
Her wiha tekez li ser berdewamiya peywendiyên di navbera her du aliyan û hemahengiya siyasî û Parlemenî kirin.
S. B