Serok Barzanî: Serkevtin bo wan kesan dibe ku xwedîyê dozeke rewa ne.
Serok Mesûd Barazanî, bi helkevta burîna 31 salan bi ser dastana Xwakurkê de, peyamek belav kir û têde ragehand: îrade û qurbanîdan ji hemû çekekî bihêztire û serkeftin ji bo wan kesan dibê ku xwediyê dozeke rewane.
K24- Hewlêr
Serok Mesûd Barazanî, bi helkevta burîna 31 salan bi ser dastana Xwakurkê de, peyamek belav kir û têde ragehand: îrade û qurbanîdan ji hemû çekekî bihêztire û serkeftin ji bo wan kesan dibê ku xwediyê dozeke rewane.
Herweha got: di şerê Xwakurkê de Pêşmerge şîya hêvîyê li dilê gelê Kurdistanê da bi zîndiyî bihêlê.
Berî 31 salan û li 5/6/1988 li dastan Xwakurkê , ku serok Barzanî serperiştîya wî şerî dikir û wê demê di gotareke xwe pêşbînîyên mezin kiribûn bo rewşa Îraqê û deverê û piştî demeke kêm ji serkevtina wê dastanê guhertin çêbûn.
Deqa peyama serok Barzanî bi helkefta 31 salîya dastana Xwakurkê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro 31 sî û yekemîn salvegera Destana Xwakurke. Li vê destanê da Pêşmerge bi xweragirî û qurbanîdanê ji bo dijmin û dagîrkeriyê selmand ku îrade û qurbanîdan ji hemû çekekî bihêztire û serkeftin ji bo wan kesan dibê ku xwediyê dozekî rewane.
Li destana Xwakurk da ji bilî neberamberiya li çek û artêşê da Pêşmerge karî gurzeke mezin li dijmin bide û hêvî li dilê gelê Kurdistanê da bi zîndiyî bihêlê.
Li vê bîranîna pîroz da silav li îradeya polayîniya Pêşmerge û silav li şehîdên wê destanê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
05.09.2019