Bi egera burdûmana Tirkiyê daristana gundê Şeranş agir girt
Bi sedema burdûmanên firokeyên cengî yên Tirkiyê bo bingeh û baregehên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji duhî ve aqar û darstana gundê Şeranşê li nahye ya Derkarê ser bi qezaya Zaxo agir girtîye.
K24- Zaxo
Bi sedema burdûmanên firokeyên cengî yên Tirkiyê bo bingeh û baregehên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji duhî ve aqar û darstana gundê Şeranşê li nahye ya Derkarê ser bi qezaya Zaxo agir girtîye.
Bi sedema şerê di navbera supayê Tirkiyê û PKKyê de, hejmareke mezin ji gundên deverên sinûrî hatîne çolkirin û cotkar û gundî jî ji tirsa wê yekê bibin qurbanî, newêrin vegerin deverên xwe.
Berê jî hikumeta Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Tirkiyê û PKKyê kirîye, deverên sinûrî û axa herêma Kurdistanê nekin meydana şer û nebin egera metirsîyê bo ser canên welatîyan, lê heya niha ti ji wan dû alîyan pebandbûna xwe bi xwazta herêmê neragehandîye.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)