Careke din Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî û lojicistî ji HSD re şand

Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 150 barhilgir, ji alîkariyên serbazî û lojicistî ji HSD re, bo rojavayê Kurdistanê şand.

K24- Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 150 barhilgir, ji alîkariyên serbazî û lojicistî  ji HSD re, bo rojavayê Kurdistanê şand.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belavkiriye, ku Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî  150 barhilgir, ku ji alîkariyên serbazî û lojistî pêk tê, di rêya dergehê Sêmalka re derbasî navçeyên Hêzên Sûriya Demokrat kirin.

Ligor Rewanghehê, ji dema kontrolkirina dawî baregeha DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê heta niha, ev 25 car in, ku Hevpeymaniya Navdewletî barhilgirên, ku alîkariyên serbazî ji otombêlên leşkerî û zirîpoş û tankerên neftê pêk tê, ji bo navçeyên cuda, yên di bin destê HSD û bingeha xwe ya serbazî li bajarokê Til Bîdir li parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê re şandiye.