Kongire û Pîşangeha Rojhelata Navîn bo Xwîndin û Teknelojîya pêngaveke giringe bo pêşxistna xwîndinê li Kurdistanê
Bi çavdêrîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Kongire û Pîşangeha Roojhelata Navîn bo Xwîndin û Teknelojîya û Xwîndkaran bi siponserîya mêdyayî Kurdistan24 li Hewlêrê hat vekirin.
K24- Hewlêr
Bi çavdêrîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Kongire û Pîşangeha Roojhelata Navîn bo Xwîndin û Teknelojîya û Xwîndkaran bi siponserîya mêdyayî Kurdistan24 li Hewlêrê hat vekirin.
Ev Kongire mezintirîn korbend û bihevgehiştina zanko û peymangeh û xwîndingehane û çaverê dihêt kirin Ev kongire armanca û ancamên kongireyê karvedeneke baş hebe li ser asta zanistî û xwîndin û xwîndkaran ber bi qonaxeke pêşkevtîtir bibe.
Bi dehan kesên şareza pişikdar bûne. Wezîrê xwîndina bilind behsa pilana çend salên dahatî dike daku bikarin asta xwîndkaran zêdetir bilind bikin û piştî temamkirina her kes û li gor zêhatina xwe karî ji wî re bihêt dîtin.
Di pîşangehê de çendîn panêlên giring derbarê rewşa xwîndinê ji alîyên kesê şareza hatin encamdan. Bi armanca çareserkirina tevaya arîşeyên bervpêşbirina xwîndinê li Herêma Kurdistanê. Ev ji bilî ku pişkek ji zankoyên bîyanî pişikdarbûn daku sîstema xwîndina xwe xuya bikin bo wan kesên divên li derveyê welat bixwînin.
Vekirina pîşangehe bivî awayî û bi hev gehiştina zanko û peyamangehên navxweyî û bîyanî bi delîveyeke baş dihêt zanîn bo mifa wergirtinê ji ezmûnên welatên pêşkevtî û danana sîstemeke seranserî li Herêma Kurdistanê daku neweyeke çalak û amadekirî bo paşeroja welat bihêt amadekirn.