Li Efrînê ji encam eşkencedanê, pîrejineka 74 salî canê xwe ji dest da

Li Efrînê piştî eşkencedana pîrejineka 74 salî ji alîyê girûpeke çekdar ve,wê pîrejinê jiyana xwe ji dest da.

K24- Hewlêr

Li  Efrînê piştî eşkencedana pîrejineka 74 salî  ji alîyê girûpeke çekdar ve,wê pîrejinê jiyana xwe ji dest da.

Pîrejna bi navê Horîye Mehemed piştî ku ji alîyê girûpeke çekdar ve li Efrînê berîya heftîyekê hatbû eşkencedan û ji ber xerabîya tendurisitîya wê û granîya birînên wê jiyana xwe ji dest da.

Berîya heftîyekê, li taxa eşrefîyê ya Efrînê, girûpeke çekdar bi ser mala kalemêrekî bi navê  Mihyedîn Oso dadabûn,  ku ew û hevjîna xwe Horîye Mehemed Bekir bi tenê li malê bûn û çekdaran bi alaveke tûj li serî wî dan û ew kalemêr kuştin û hevjîna wî jî birîndar kiribûn, lê ji ber giranîya birînên wê  evro wê jî jîyana xwe ji dest da.