Hejmarek sîyasetvan û rojnamevanên Waşingtonê ragirtina karê Kurdistan24 li Rojavaya Kurdistanê şermezar dikin

Roj bo rojê karvedanên navdewletî derbarê rawestandina karên Kurdistan 24ê li rojavayê Kurdistanê berfirehtir dibe, li Emerîkayê berpirsên berê yên Koçka Sipî û rojnamevan wî karî şerimzar dikin û daxwaz ji berpirsên Rêveberîya Xweser dikin, bi zûtirîn dem ji biryara xwe puşman bibin, ji ber ku daxistna medyaya azad dê ziyanê bgehîne cvakî û bibe sedema paşxistina pêgeha wê navçeyê li ser asta cîhanê.

K24- Waşintun

Roj bo rojê karvedanên nêvdewletî derbarê rawestandina karên Kurdistan 24ê li rojavayê Kurdistanê berifirehtir dibe, li Emerîkayê berpirsên berê yên Koçka Sipî û rojnamevan wî karî şerimzar dikin û daxwaz ji berpirsên Rêveberîya Xweser dikin, bi zûtirîn dem ji biryara xwe puşman bibin, ji ber ku daxistna medyaya azad dê ziyanê bgehîne cvakî û bibe sedema paşxistina pêgeha wê navçeyê li ser asta cîhanê.

Stîwrit eyiznsat , balyozê pêştirê Emerîkayê li Yekêtî Ewrupayê, got:Azadîya radebrîne yek ji binemayê demukrasîyîye. Daxistina ofîsa Kurdistan24 li bakurê Sûriya, kareke xirabe. Kurd hevpeymane bihêza me bûye li Sûriya nemaze li şerê dijî  Daş, lew daxistina ofîsî mêdyayeke bi bandor, kareke şaşe.

Randil Simt , rojnamevan, got: Divêt rêz li azadîya raderbrînê bihêt girtin, çunku bi dîtina me gehandina zanyarîyên rast û durist bi havwelatîyan yeke ji xesletên civaka pêşkevtî. lew hêvîdarîn ku Kurdên sûriyayî jî ji evê biryarê poşnab bibin û ofîsa Kurdistan24 vekin".

Mêcer garêt, rojnamenvanê navdarê kenala CBSnews a Emerîkî, got:Divêt berpirs xaleke giring bizan in, vêca ew berpirsên hanê yên Kurdistana Sûriya bin, yan jî  ser bi her ciheke evê cîhanê bin, nabe kes ji mêdyaya azad bitirse, lew her mêdyayeke azad bihêt daxistin zengeke metrisîdare bo wê civakê û nabe mêdyay azad bihêt bêdengkirin".

Cestin baydo, rojnamevan, dibêje: Ez wek rojnamevanek dilgiranim bi daxistna ofîsa kenala kurdistan24ê, ji alîyê berpirsên xwocihîyên Kurdistana Sûriya û dxwaz ji wan dikim ku bi zûtirîn dem ofîss careke din bihêt vekirin, çunku rojnamevanî ronahîya civakêye û her bêdengkirineke mêdyayê, dibe egera paşkevtina wê civakê".