YNK roja girêdana kongreya xwe diyar dike

Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina girêdana kongreya xwe dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina girêdana kongreya xwe dicive.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, biryar e îro Encûmena Serkirdatiya YNKê îro li dicive û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê ne guftûgo dike.

Diyar kir jî, babeteke din a civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê, girîdana kongreya wê partiyê û diyarkirina roja girêdana wê ye.

Hefteya bûrî, Polîtburoya YNKê civiyabû û biryar hat dayîn di Encûmena Serkirdatiya wê partiyê de amadekariyên temem bo girêdana kongrê û diyarkirin roja girêdanê bên kirin.

 

S. B