Bolton wêneya petrolhilgira Îranî belav kir

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka dibêje, petrolhilgira Îranî (Adrian Darya-1) ber bi Sûriyê ve çûye û heta Îran dest ji derew û belavkirina terorê bernede, Washington sizayên xwe ji ser Tehranê ranakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka dibêje, petrolhilgira Îranî (Adrian Darya-1) ber bi Sûriyê ve çûye û heta Îran dest ji derew û belavkirina terorê bernede, Washington sizayên xwe ji ser Tehranê ranakin.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton li hejmara xwe ya taybet “Twitter” belav kir, “Ewê dibêjin, petrolhilgira Îranî nûçe Sûriyê di xeyal de dijîn. Tehran dibîne ku piştevaniya rêjîma Beşar Esed ya kujer ji dabînkirina piştevaniya ji gelê wê re girîntir e. Em dikar bi Îranê re danûstandinê bikin, lê sizayên li ser Îranê sivik nakin, ta dest ji derew û terorê bernede.”

Bolton bi nivîsa xwe re wêneyeke heyva destkir belav kir ku roja 6ê Îlona 2019an hatiye girtin û petrolhilgira Îranî Adrian Darya-1 derdekeve li binkeyeke deryayî ya bendera Tertûsê rawestiyaye.

Herwiha raportên rojnamevanî aşkere kirin ku petrolhilgira Îranî barê xwe li bendereke Sûrî vala kiriye.

Pêgeha eliktironî “Middle East Eye” a Brîtanî di wê derbarê de raporteke taybet belav kiriye û amaje bi wê dide ku petrolhilgira Îranî zêdetir ji sedî 55 barê xwe li bendereke Sûrî vala kiriye.

 

S. B