Şandeke HDP û KCDê gihîşt Hewlêrê

Şandeke bilind a HDP û KCDê îro bi riya firokeya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê û dê ligel berpirsên bilind ên Kurdistanê û aliyên siyasî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke bilind a HDP û KCDê îro bi riya firokeya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê û dê ligel berpirsên bilind ên Kurdistanê û aliyên siyasî dicive.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, îro şandeke bilind a HDP û KCDê ku ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û hejmarek parlemantaran pêk tê, îro bi riya firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê.

Endamê şanda HDPê û Parlemanter Imam Taşçier ji K24ê re ragihand, ewê di serdana xwe de diyalog û pêwendiyên di nava Kurdan de ligel berpirs û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê guftûgoyan bike.

Imam Taşçier amaje bi wê yekê, şanda HDPê di çarova xwe bo Herêma Kurdistanê de serdana Qendîlê nake.

Diyar kir jî, şanda HDP û KCDê dê îro ligel Serok Barzanî û ligel Parlemana Kurdistanê ligel firaksiyonên hemû partiyan bicive.

Pêştir jî Serokê Nûnertiya HDPê li Herêma Kurdistanê Abid Îke ji K24ê re ragihand, dema Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatin hilbijartin, ji ber rewşa Bakurê Kurdistanê derfet nebû şanda HDPê serdana Herêma Kurdistanê bike, loma ev serdan di vê demê tê.

Da zanîn, serdana dê 4 rojan berdewam bike, 2 rojan li Hewlêrê û 2 rojan jî li bajarê Silêmaniyê dibe û dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bicive.

Amaje bi wê yekê jî kir, ji ber rewşa ne asayî û bombebarankirina artêşa Tirkiyê ser li Qendîlê, şanda HDPê dê serdana Qendîlê neke.

 

 

S. B