Li Mêrdînê polîsekî Tirkiyê hat kuştin
Li bajarokê Omerliyê ya Mêrdînê polîsekî taybet hate kuştin, paswanekî gundan jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Omerliyê ya Mêrdînê polîsekî taybet hate kuştin, paswanekî gundan jî birîndar bû.
Arteşa Tirkiyê îro danê sibê li dorûbera gundên bajarokên Omerlî, Nisêbîn û Midyatê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonê de di navbera gerîlayên PKKê û Arteşa Tirkiyê de şerekî dijwar rû da û Midûrê Polîsên Taybet a Mêrdînê hate kuştin û paswanekî gundan jî birîndar bû.
Berî 3 rojan jî ajansa fermî ya Hikûmeta Tirkiyê, gerîlayên PKKê li bajarokê Omerlî yê Mêrdînê bombeya li ser rê bicih kiribûn, dema wesaîteke leşkerî derbas dibû teqandin û leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest dabû û 2 leşkerên jî birîndar bûbûn.
S. B