Mesrûr Barzanî bi firaksiyonên Kurdistanî re dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi firaksiyonên Kurdistanî yên Parlemana Iraqê re dicive û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane guftûgo dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi firaksiyonên Kurdistanî yên Parlemana Iraqê re dicive û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane guftûgo dikin.
Jêderekî ji K24ê re ragihand, îro pêş nîvro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li avahiya Encûmena Wezîran bi firaksiyonên Kurdistanî yên Parlemana Iraqê re dicivin.
Wî jêderî got jî: Di civînê de guftûgo derbarê pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de di derbarê budce, darayî, petrol û gazê de tên kirin.
Li gor zanyariyan, parlemanterên hemû firaksiyonên Kurdistanî yên Parlemana Iraqê di civînê de beşdar dibin.
S. B