Nêçîrvan Barzanî: Dema aştiyê ye û divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi riya aştiyê çareser bibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna bi şanda HDP û KCDê re ragihand, niha dema aştiyê ye û divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi riya aştiyê çareser bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna bi şanda HDP û KCDê re ragihand, niha dema aştiyê ye û divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi riya aştiyê çareser bibe, ji ber ku şer ti tiştî çareser bake û nabe ti derfet bo aştiyê li Tirkiyê bê jidestdayîn.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hevdîtineke li gel şandekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi Serokayetiya birêz Sezayî Temellî, Hevserokê HDP ku berî nîvroya îro yekşem 08/09/2019 li Hewlêrê birêve çû, tekez li wê yekê kir ku li hewlên ji bo destpêkirin û serxistina proseya aştî li Tirkiye berdewam dibe û bi navê da jî her çi pêwîst be, kêmasiyê nakin.

Ji aliyê xwe ve şanda HDP ji bilî pîrozbahiya li Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest û spasî hewlên derbasbûyî û niha ya birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aştiyê kir û dûpat kir ku aştî li berjewendiya tevahiya gelên Tirkiyê daye û gelê Kurd xwazyarê aştî û çareseriya aştiyane ye.

Di hevdîtinê de her dû alî rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din guftûgo kirin.

 

 

S. B