Amerîka hişyariyê derbarê girtina asmanê Siûdiyê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Siûdiyê, hişyariyek da welatiyên xwe yên li wî welatî û da zanîn ku ji ber berdewamiya aloziyan û gefên li ser qada asmanî, dibe ku geştên asmanî werin hilweşandin an jî qada asmanî were girtin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyadê, li ser malpera xwe ya fermî û hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber berdewamiya aloziyan li Erebistana Siûdî û hebûna gefan li dijî firokexane û qada asmanî ya welêt, em daxwazê ji welatiyên Amerîkî dikin ku hişyar bin.»

Di dewama hişyariyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e welatiyên Amerîkî egera hilweşandina geştan, girtina qada asmanî û peydabûna astengiyan di çûnûhatina asmanî de li ber çavan bigirin. Herwiha rêberî ji welatiyan re hat kirin ku beriya berê xwe bidin firokexaneyan, rewşa geştên xwe rasterast bi rêya firokexane û kompaniyên firokavaniyê bişopînin.

Ev hişyariya Amerîkayê piştî daxuyaniya rayedarên Siûdiyê hat. Desteya Giştî ya Firokavaniya Sivîl a Erebistana Siûdiyê aşkere kiribû ku di rojên 6 û 7ê Cotmehê de, beşek ji saziyên her du firokexaneyên navdewletî yên Ebha û Şah Xalid bûne armanca du êrîşan.