Şivanek bi hezaran Mînan pûç dike û bi xwe jî dibe qurbanî
Şivanekê gundê Bêtwate ya Xwşinawetîyê, ku behezaran Mîn li deverên çîyayên Kurdistanê pûç kirîne, lê niha ew bi xwe bûye yel ji querbanîyên Mînê û herdû dest û çaveke ji dest daye; lê ser weê yekê jî bi vîyaneke bihêz rojane karên xwe yên rojane encam dide û şivanê hejamreke mezinên ajelan û li deşt û çîyayan wan digerîne.
K24- Ranîye

Ehmed Fetah, ew şivane ku jîyê wî 63 sale û herçende destêên xwe ji dest dane, lê tevaya karên xwe rojane bi başî encam dide. Mînên ku ji dema deshelata Beisê ve li çîyayên Kuredistanê hatibûne çandin, gelek xelik kirîne qurbanî, Mam Ehmed piştî ji destdana çaveke xwe û herdû destan hêj berdewame li ser karê pûçelkirina Mînan, wek ew dibêje: Heke min Mînek dîtibe û ez neşîyabim pûç bikem yan min teqandîye yan jî min hewil daye dûr bikim û bibim cihekê ku metirsî kêmtir hebe li ser jîyana xelkê
Şivanî, karê mam Ehemede bo dabînkirina bijêwa jîyana xwe û malbata xwe, mûçeyeke kêmendamîyê jî heye, ku ew bi xwe dibêje: tenê pişka 2-3 rojan dike.