Mesrûr Barzanî: Em destberdarê mafên xwe yên destûrî nabîn

Nivîsîngeha ragehandina serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, naveroka civîna evero ya Mesrûr Barzanî, serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê li gel firakisyonên Kurdistanî di Civata Nwênerên Îraqê de belav kir.

K24- Hewlêr

Nivîsîngeha ragehandina serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, naveroka civîna evero ya Mesrûr Barzanî, serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê li gel firakisyonên Kurdistanî di Civata Nwênerên Îraqê de belav kir.

Evro, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumeta  Herêma Kurdistanê di avahîya Civata Wezîran de li Hewlêr li gel Firakisyonên Kurdistanî yên di Civata Nwênerên Îraqê de civîya.

Di despêka civînê de Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê, firakisyonên Kurdistanî agahdarkirin  ji rewşa gotûbêjên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral û got: Pêşkevtin di gotbêjên me de li gel Bexdayê hene û hêvîdarîn li ser binemayayên destûrî arişe bihên çareserkirin bi awayekê ku pirensîpên hevpişkên rasteqîne û hevsengî û sazan bihên berçavkirin.

Serok wezîrên Herêma Kurdistanê, tekez kir ku arişeyên xelkê Kurdistanê ne tenê budce û mûçeye, belkû em xwedî pirseke nîştîmanî ne û me daxwazên neteweyî yên xw hene û destberdarê maf û daxwazîyên xwe yên destûrî jî nabîn.

Di civînê de, serokê wezîran û cêgirê wî, li ser çend teweran bi dirêjahî zanîyarîyên pêwîst derbarê maf û daxwazîyên destûrîyên pêşêlkirî yên Herêma Kurdistanê bo firakisyonên Kurdistanî xuya kirin.

Yekem:  Derbarê petrol û radeya berhemanîna rojeneya Petrola herêma Kurdistanê û ewa dihêt hinartekirin û şehnîyên darayî yên kompanîyayên petrolê û dehata mehaneya petrolê ku mûçeyê dihên xercikirin zanîyarîyên hûr û pêwîst hatin pêşkeşkirin. Ew zanyarî jî pişkeke ji pirojeya hûrbînîya petrol û gaza Herêma Kurdistanê  ye ku ji alîyê kompanîyaya nêvdewletî (Deloitte- Dîloyît) hatîye amadekirin û sîyseta ruhin û xuyaya hikumeta Herêma Kurdistanê ye di warê petrol û gaze de.

Dûyem:  Qer (deyîn) derbarê dosêya qerên Kurdistanê, di civînê de amaje bi wan qeran het kirin ku di stûyê Herêma Kurdistanê de ne û pişkek ji dose ya danûstandinên li  gel hikumeta Bexdayê. Sedema serke ya wan qeran jî, birrîna budceyê herêma Kurdstanê bû ji alîyê Bexdayê û wê kirîza darayîyê bû ku ji encama wê budce birrînê  durist bû, nemaze jî dabînkirina xercîyên zêdetri ji dû milyon awareyan ş sere dasepandîyê rêkxistîya terorista Daişê.

Sêyem: Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku amdeyîya xwe nîşan daye bo pabendbûnê bi wan iltizamatên destûrîyên di kevin di stûyê wê de, hevdem bi ti awayekê sazişê li ser maf û desthilataên xwe nake di çarçoveya destûrê de.

Di civînê de amaje bi wê yekê jî hat daku hikumeta Herêma Kurdistanê li 30/7/2019 serok û endamên komîteyên teknîkî destnîşan kirîne û giftûgo jî li gel hikumeta Fedral berdewame li ser dose yên darayî, budce, perol û gaz, qer û deverên Kurdistanîyên dikevin derveyê rêvebrîya Herêmê.bi wê arasteyê ku bigehîn rêkkevtinê li ser budceya fedral bo sala 2020û karkirina berdewam li ser çareserîyên dirêjdem daku ewan dosêyan li ser binemayên destûrî û berjewendîya hevpişik bi li ber çav girtina pirênsîpên şeraketa rasteqîne û hevsengî û sazanê.

Herweha di civînê de, amaje bi wan yasayan jî het kirin ku ji Civata Nwênerên Îraqê derdikevin û ne guncayîne li gel binemayên destûrî û sîstema fedralî.

Firakisyonê Kurdistanî xweşhalbûn bi wê civînê û bi wan zanîyarîyên hûr û pêdivîyên hatin pêşkeşkirin. Biryar jî hat dan ji boan hevahengîya zêdetir civîn di navbera firakisyonên Kurdistanî di civata nwênerên Îraqê de berdewam be.