Dû ji birîndarên teqînên ev şev ya Kerkûkê cane xwe ji destdan

Ev şev dû bombên çandî li Kerkûkê teqîn û Di encam de 6 kes birîndarbûn.

K24- Kerkûk

Ev şev dû bombên çandî li Kerkûkê teqîn û Di encam de 6 kes birîndarbûn.

Nûçegehanê Kurdistan 24 ji Kerkûkê ragehand: Bomba yekem li taxa yekê Huzeyranê rûda û ya dûyê jî li taxa Xezra teqî û di herdû teqînan jî de 6 kes birîndar bûn.

Emîda Efrasîyaw Kamil Weysî, gotebêjê polîsên Kerkûkê bi Kurdistan24 re ragehand:  Li nêzîk sentera Lawan li taxa yekê Huzeyranê bombeke çandî teqî û di encamp de sê welatî birîndarbûn.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku polis û dezgehên ewlekarîyê û pisporên teqînê li cihê bûyerê ne û vekolîn berdewame.

Herweha got jî: Êvarîya evro 3 xortan bi matorsiklekê hinek TNT havêjtin nav zibildanekê û dûv re hêzên ewlekarîyê bê ku zîyan jê çê bibe pûç kirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, di teqîna dûyem de, bombeke çandî li taxa Xezra 3 welatî yên din birîndarbûne.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand: Dû ji birîndarên teqîna ev şev ji nexweşxaneyê canên xwe ji destdan.