Festîvala plakan a li Stenbolê bi hezaran muzîkên zemanên berê nîşan dide
Plak yek ji amûrên kevintir a muzîkê tê zanîn û stranên zemanê berê jî bi vê amûrê hatine tomarkirin. Bi mebesta zindîbûna vê kultirê li Stenbolê festîvala plakan hat lidarxistin. Muzîkên cur bi cur ên ji welatên cuda di festîvalê de hatin nîşandan.
K24- Stenbol

Ev dengên ji plakê li derûdor belav dibin ne ji konsertekê ye, ji festîvala plakan e ku ji aliyê Şaredariya Kadikoya Stenbolê ve tê lidarxistin.
Qeyd û awazên di salên 1960an de ku dema li Tirkiyê û li bajarên Kurdan qesêt û CD tunebûn bi plakan dihatin qeydkirin, guhdarkirin. Tevî pêşketina teknolojiyê jî di civatê de eleqeyeke germ bo plakan heye ku ev qelebalixa festîvalê nîşaneya vê ye.
Ateş Evrenm, xwendekar, got: Bi xêra festîvalên wiha em plakên zemanên berê peyde dikin. Plakên ku bala min dikêşîne yên li ser klasik, caz û rock in. Bom in festîvala plakan nostaljiyek e.
Plakên hunermendên navdar ên ji welatên Tirkiyê, Ewropa û Amerîka di festîvalê de cîh girt.
Murad Gulenç, plakfiroş, dibêje: Bêguman plak ji CDyê kevintir e. Li gorî kûaliteya dengê jî plak zêdetir tê tercîhkirin. Ev eleqeya mezin a gêncan bo vê festîvala plakan nîşan dide ku plak sal bi sal dê zêdetir were guhdarkirin.
Di festîvala plakan de ku nêzî 40 plakfiroşên bajêr cîh girtin, cara 4an e tê lidarxistin û tê plankirin her sal bi rêkûpêk were lidarxistin.