150 barhilgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên HSDê bûn
Di 2 rojan de 150 barhilgir alîkariyên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di 2 rojan de 150 barhilgir alîkariyên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî do 2 rojan de 150 barhilgirên nû yên alîkariyên leşkerî û lojistî derbasî navçeyên HSDê li rojhilatê Firatê kirin.
Şandina van alîkariyên leşkerî û lojistî ji hêzên HSDê re di demekê de ye, Tirkiyê û Amerîka li ser pêkanîna herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê li hev kirine û duhî jî yekem gera hevbeş a çavdêriyê ya hêzên Amerîkî û Tirkî li gundewarê Girê Sipî encam dan.
Li gor zanyariyên Rewangehê, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê ji destê DAIŞê di 23ê Adara bûrî de û ta niha Hevpeymaniya Navdewletî bêhtir ji 2750 barhilgir derbasî navçeyên HSDê kirine.
S. B