Çekdaran 15 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 15 welatiyên Efrînê revandin û hejmarek darên zeytûnê jî hilkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 15 welatiyên Efrînê revandin û hejmarek darên zeytûnê jî hilkirin.

Çalakvanên Efrînê belav kir, grûpeke çekdar roja 1ê vê mehê avêtin ser gundê Coqê û 13 welatî revandin ku di nava wan jinek jî heye û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çalakvanan navên kesên revandî belav kirin ku wiha ne: Mihemed Qasim, Nihad Xerîb, Bekir Wehîd, Ebdo Sibhî Îsa, Idrîs Reşîd Ereb, Yihya Husên Reşîd, Fethî Emara, Mihemed Hac Mehmûd, Mewlîde hevjîna Ednan Qiçî ne.

Jêderekî jî ji K24ê re ragihand, roja 3ê vê mehê dema welatî Henan Xelîl Cindo ji Cindirêsê vedigeriya gundê xwe (Miskê) bi rê ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hat revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, ji heyama 10 rojan ve welatiyê bi navê Mihemed Elî Hebeş ê ji gundê Kûra yê navçeya Reco dema ji Efrînê dixwast biçe Helebê li navçeya Cerablusê hatiye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir, grûpên çekdar li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê bi armanca lêgerîna li entîkeyan zeviyên welatiyan kolandin û zêdetir ji 70 darên zeytûnê hilkirin.

 

S. B