Partiyên Kurdistanî li ser lîsteya hevbeş li Kerkûkê rêkeftin

Îro partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bi armanca beşdariya di hilbijartina Encûmena Parêzgehan de civiyan û li rêkeftin ku bi lîsteyeke hevbeş tê de beşdar bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bi armanca beşdariya di hilbijartina Encûmena Parêzgehan de civiyan û li rêkeftin ku bi lîsteyeke hevbeş tê de beşdar bibin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan û rêkeftin bi yek lîsteyê beşdariyê di hilbijartina Encûmena Parzêgehan de bikin.

Di wê derbarê de, Berpirsê Nivîsgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesro Goran ku beşdarî civîna li Kerkûkê nebûne ji K24ê re ragihand, wek perensîp ew bi yek lîsteyê re ne, lê biryara dawiyê li cem Polîtburoya PDKê ye.

Piştî bidawîbûna civîna partiyên siyasî, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rêkeftina wan li ser yek lîsteyê, rengvedana daxwaza kolana Kurdî li Kerkûkê ye.

Rêkeftina partiyên siyasî li kerkûkê ji heft xalan pêk tê:

1- Tevahiya partiyên beşdarî civînê bûne biryar dane di hilbijartina dahatû ya Encûmena Parêzgehan de li Kerkûkê bi yek lîsteya hevbeş beşdar bibin, bi navê Lîsteya Kerkûkê ya Kurdistanî.

2- Daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dikin di nêzîktirîn derfet de civîna xwe ya asayî encam bide û kandîdê lîsta Birayetî wek Parêzgarê Kerkûkê binav bike.

3- Berdewamiyê didin civînên ligel Yonamî (şanda Netewên Yekgirtî bo alîkariya Iraqê) ji bo piştevaniya asayîkirina rewşa Kerkûkê.

4- Daxwaz ji tevahiya welatiyên Kerkûkê û bi taybet yên Kurdistanî dikin ji bo serdana navendên tomara bayometrî bikin û karta dengdanê werbigirin.

5- Daxwaz ji tevahiya serkirdatiya partiyên Kurdistanî dikin civîna lûtkeyî bikin bo piştevaniyê bidin vê biryarê.

6- Careke din tekezî li ser serastkirina yasaya Hilbijartina Encûmena Parêzgehan hat kirin.

7- Li seriyê hemû van xalan, partiyên Kurdistanî tekeziyê li ser pêkvejiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyên parêzgeha Kerkûkê dikin.

Parlemana Iraqê biryar daye di meha Nîsana 2020an de li tevahiya bajarên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê jî hilbijartina Encûmena Parêzgehan birêve biçe.

Berpirsê Nivîsgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesro Goran pêştir ji K24ê re ragihandibû, Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û rewşa wê nehatiye asayîkirin, dengdar nikarin bi azadî dengên xwe bikar bînin. Herwiha PDKê jî nikare bangeşeya hilbijartinan bike, ji ber baregehên wê dagîrkirî ne.

 

 

S. B