Serok Barzanî û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê rewşa navçeyê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê nû yê Brîtanya bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ji bo pêşveçûna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ragihand û tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyar e ku Herêma Kurdistanê bi hêz û aram bê û her wiha hêvî xwest peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê bê pêşxistin.
Her di vê civînê de pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate nirxandin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke din a vê hevdîtinê bû.
S. B