Mesrûr Barzanî: Divê mafên me yên destûrî parastî bin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekretera Giştî ya Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Plachart kir û çend pirsên girîng guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekretera Giştî ya Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Plachart kir û çend pirsên girîng guftûgo kirin.

Di civînê de guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraqê hatin kirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronî xiste ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û amaje bi wê kir, guftûgoyên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re berdewam in û armanca sereke ew e, bigihin rêkeftinê bi awayekî ku mafê gelê Kurdistanê yên destûrî parastî bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronî kir, tevî rewşa darayî ya dijwar, lê Herêma Kurdistanê wek penayeke aram bi berdewam pêşwazî li koçber û penaberan kiriye û hevkariyên pêwîst jî pêşkêşî wan kiriye.

Derbarê rewşa Kerkûkê jî her du alî hevnerîn bûn li ser bicihkirina madeya 140 ya destûra Iraqê û asayîkirina rewşa wê deverê.

 

S. B