Pêşmerge û Hevpeymanên Nêvdewletî li çîyayê Qereçûx hêriş dikin ser Daişê
Hevpeymanên Nêvdewletî bi hevkarîya Pêşmerge, di dû rojan de, hejmareke burdûmanan bo ser pêgehên Daişê li çîyayê Qereçûx encam dan.
K24- Hewlêr
Hevpeymanên Nêvdewletî bi hevkarîya Pêşmerge, di dû rojan de, hejmareke burdûmanan bo ser pêgehên Daişê li çîyayê Qereçûx encam dan.
Sîrwan Baraznî, fermandeyê Mîhwera 6 Giwêr- Mexmûr, bi Kurdistan24 re raghand, di rojên burî de çend caran pêgehên Daişî li kontara çîyayê Qerçûx hatîne burdûmankirin.
Amaje bi wê yekê jî da, hevahengîya baş di navbera Hevpeymanan û sûpayî Îraqê de hye û çavdêrîyeke baş li ser livînên çekdarên Daişê heye.