Komîteya Destpakîyê daxwaza rûhinkirinê ji xerckirina 20 milyar Dînarên Silêmanîyê dike
Komîteya destpakîyê di Perlemana Kurdistanê de, nivîsarek arasteya serokatîya Perlemana Kurdistanê kirîye, li gor naveroka wê nivîsarê, Komîteya Destpakîyê daxwaz ji wezareta rewşenbîrîyê kirîye li ser çawanîya xerckirina 20 milyar Dînarên Silêmanîyê rûhinkirinê bide, ku di dema nasandina wî bajêrî wek paytexta rewşenbîrîyê, ji alîyê hikumetê ve bo bajêrî hatîye xerckirin, çunku gûman dihêt kirin ew pere hatîye zeyêrkirin û bo pêşxistan huner li bajêrî nehatibe bikaranîn.
K24- Silêmanî

Rêveberîya giştîya Silêmanîyê ragehand, ti pere nehatîye zeyêrkirin û ti pereyek jî her weha xerc nekirîne, tev nivîsar û kaxez li ber destên me ne ku em wan bixîn berdestên dezgehên çavdêrî ûdestpakîyê û civata parêzgeha Silêmanîyê û her komîteyek ku bihêt duristkirin bo evê mijarê.
Li gor yasa Perlemana Kurdistanê, divîya ew 20 milyar Dînar bihêt xerckirin bo pêşxistina çalakîyên hunerî û avedankirina jêrxana rewşenbîrîya Herêma Kurdistanê, lê ew gilî û rexneyên kesên ku dibêjin hatîye zaylêrkirin û ew hevkarîyên ku hatîne bexşîn û di yasayê de nehatîne, guman durist kirîye.