PDK: Li Kerkûkê, Em li gel yek lîstîyê ne
Berpirsê liqa 3yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mehemed Xurşîd ragehand: PDK li gel yek lîstîya Kurdîye bo helbijartina Civata Parêzgeha Kerkûkê.
K24- Hewlêr
Berpirsê liqa 3yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mehemed Xurşîd ragehand: PDK li gel yek lîstîya Kurdîye bo helbijartina Civata Parêzgeha Kerkûkê.
Got jî: Wek PDK em yekem partî bûyîn me daxwaza yek lîstîyê kir bo helbijartina Civata parêzgeha Kerkûkê.
Herweha got: Em li gel wê yekê ne ku Kurd yek deng û yek helwêst be.
Berpirsê liqa sê ya PDKyê got jî: Bi rêya telephone ve Em li gel alîyên Kurdî li Kerkûkê axivtîne û me helwêsta xwe bi wan re ragehandîye, ku Em li gel yek lîstîyê ne û me pêşnîyaz jî kirk u giringe nave lîstê nave Kurdistanê têde hebe, lê xoşbextane navê lîstê hatîye ragehandin û nave lîstê (Kerkûk Kurdistanîye) ye.
Evro alîyênn sîyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê bi mebesta pişikdarîkirinê di helbijartinên Civata Parêzgehê civyan û rêkkevtin ku bi lîsta hevpişik pişikdarîyê di helbijatinê de bikin.
Biryare 1ê Nîsan a dahatî piroseya helbijartina Civata Parêzgehên Îraqê birêve biçe.