Serok Barzanî: Em hemû qerdarê Pêşmergey ne
Evro li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî li gel berpirsên liq û navçeyên Partîya Demokrata Kurdistanê li sinûrê parêzgehên Dihok, Mûsil û hersê Civtaên serkirdatîya Hewlêr. (Kerkûk- Germîyan) û ( Silêmanî- Helebce) civîya.
K24- Hewlêr
Evro li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî li gel berpirsên liq û navçeyên Partîya Demokrata Kurdistanê li sinûrê parêzgehên Dihok, Mûsil û hersê Civtaên serkirdatîya Hewlêr. (Kerkûk- Germîyan) û ( Silêmanî- Helebce) civîya.
Di civînê de, serok Barzanî ronahî xiste ser rewşa sîyasîya Herêma Kurdistan, Îraq, dever û qonaxa piştî rîfrandomê û herdû helbijartinên Civata Nwênerên Îraqê, Perlemana Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nûya hikuemta Herêmê.
Serok Barzanî, supasî û pêzanînên xwe derbirî bo rola endam û kadirên PDKyê ku serbarî hemû astengan û ew hemû pîlangêrîyên dijî PDKyê hebûn, lê bi hîmet û xweragirîya endam û alîgirên PDKyê, PDKyê li ser asta Îraqê û Kurdistanê bû partîya hejmare yek. Herweha rola kadirên PDKyê bilind nirxand ku bi xweragirî û bawerî bi xwebûnê di demên berteng de di çeperên paraztina Kurdistanê de ne û eger PDK neba, niha ne Herêm dima û ne şikoyek bo gelê me dima.
Herweha di wê kombûnê de, serok Barzanî, supasîya xwergirîya xelkê Kurdistanê û qehremanîya hêza Pêşmerge kir li sere teroristan û sere berevanîyê li keramet û axa welat û ragehand: Em hemû qerdarê Pêşmergey ne, çunku Pêşmergey hemû hevkêşe guhertin û Kurdistan parazt.
Serok Barzanî tekez kir, PDK di demekê de ji dayîk bû, ku gelê me di naûmêdîyeke mezin de bû. PDK bû ûmêd û hêvîya gel. Ji wê rojê ve jî PDK xwedî amanceke sitratîcîye û ti paşvekişanê jî ji wê aramanca sitratîcî nakîn. Lew PDK tim ji bona paraztin û bextewerîya gelê me, qurabanî daye û ti caran jî ji berpirsînîyê narevîn.
Serok Barzanî herweha ragehand, ku ew dû serkevtinê PDKyê di helbijartinên burî de li ser asta Îraq û Kurdistanê de bi dest xwe ve anîn, padaşt û xelata gelê Kurdistanê bû bo helwêstên neguher û sitratîcîyê PDKyê û berevanîya me ji Kurdisatnê.
Her di wê civînê de, amaje bi rewşa jîyana kadirên PDKyê û ew dijwarîyên hevrûşî wan dibin û b pirî behsa wan pêngavan hat kirin ku dibin egera ber bi pêşvebirina karûbarên PDKyê û baştikirina jîyana kadiran.
Derbatrê peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa deverên Kurdistanî yên dikevin derveyê rêvebrîya Herêmê. Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku niha gotûbêj p danûstan hene û pêngavên baş ber bi pêşve çûne û ûmêd dikîn hemû arişe bi danûsatnan çareser bihên çareserkirin, namaze jî arîşeyên deverên Kurdistanî yên derveyê rêveberîya hikumeta Herêmê.