Nivîskarê Kurd Şahîn Bekir Soreklî li Stenbole semînerek da

Ji bo yek ji nivîskar û helbestkarê navdar yê Kurd Şahîn Bekir Soreklî li Stenbolê semînerêk hat lidarxistin. Di semînerê de Soreklî li ser edebiyata Kurdî û sêrpêhatiyên xwe axivî û ragihand xeribiyê bandorek mezin li ser jiyan û niviskariya wî kiriyê. Kurdên ku beşdarî vê semînerê jî bûyîn ragihandin gotûbêjên bi nivîskaran re ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelekî giring in.

K24- Stenbol

Ji bo yek ji nivîskar û helbestkarê navdar yê Kurd Şahîn Bekir Soreklî li Stenbolê semînerêk hat lidarxistin. Di semînerê de Soreklî li ser edebiyata Kurdî û sêrpêhatiyên xwe axivî û ragihand xeribiyê bandorek mezin li ser jiyan û niviskariya wî kiriyê. Kurdên ku beşdarî vê semînerê jî bûyîn ragihandin gotûbêjên bi nivîskaran re ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelekî giring in.

Nivîskar û helbestkarê Kurd Şahîn Bekir Soreklî yê ku ev nêzîkî 50 sal in li Australyayê dijî û nêzîkî 30 salan di radyoya SBS ya Australyayê de bernameyên Kurdî çêkirî li stenbolê,derbarê pirtûk ,jiyan û serpêhatiyên xwe de semînerek da.Di vê semîra ku Kurdên Stenbolê eleqeyek mezin nîşandayî de Şahîn Bekir Soreklî ji pirtûkên xwe helbest û çîrok xwendin li ser rewş û pêşeroja Edebiyata Kurdî agahî da. Soreklî radgihîne xeribîya ji welat bandoreke gelek mezin li ser jiyana wî kiriye lê ev xerîbî bûye sebep ku nivîskariya wî pêşbikeve ew zêdetir berheman hilberîne.

Şahîn Bekir Soreklî, nivîskar, got:''Xerîbî û dûrbûna ji welat bandoreke gelek mezin li ser hebûna me kir û dê heta mirinê bi me re bimîne.Me gelek tiştên xwe wenda kirin. Bi wê wendabûnê re agir û hesretek dinav kurahiya dilê me de çêbû. Vî agir û Hesretê gelek tişt ji me anîn der. ew êşa di canê me de me bi rêya wê xêrîbiyê derxist.Em dixwazin tiştekê bidin miletê xwe û welatê xwe em xwe wekî deyndar dibînin ji ber dûrbûna ji welêt.''

Kesên ku beşdarî vê semîrê bûyîn ragihandin kombûnên wiha yên bi nivîskaran re berê Kurdan zêdetir dide xwendin û nivîsandina Kurdî û bi rêya wê jî hem xwedî li nivîskarên Kurd tê derketin hem jî zimanê Kurdî pêşdikeve.

Ehmed Berojî, hevwelatî, dibêje:''Xwendina Kurdî bi ya min zêdetir bûye herçiqes zext li ser zêdetir be jî.Li ser medyaya civakî jî em dibînin nivîsandina Kurdî zêdetir bûye.Gelek kes li vê dere kombûne,Ev jî Ji bo Kurdî gelek baş e.Ji bo pêşveçûn û xwendina pirtûkên Kurdî nivîskarek ji Ewropa hatiye xelk xwedî lê derket ,Ev ji bo nivîskarên me jî gelek baş e.''

Hevwelatîyek dî dibêje: ''Bi rastî beşdariya ciwanan hinekê zêde bû,ev jî tişteka gelekî baş e başe û hêviyek germ dike dile mirovan de .Ji bo pêşerojê ciwanên Kurd jî bixwînin,bidin xwendin û bibinin. Gelekî kêfxweşbûm gelekî başbû.Hêviya me ewe ku zêdetir bibin û herroj pêşde biçin.''

Şahîn Bekîr Soreklî yê ku sala 1946 li bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê hatî dinê û piştre li Australyayê bicihbûyî li gel 30 sal xebatên xwe yên di radyoya SBS de 6 salan serokatiya yekemîn komeleya Kurdî ya Li Australyayê kiriye.Di vê semînera ku Kurdên stenbolê beşdariyek mezin lê kirin de jî Şahîn Bekir Soreklî ji kesên beşdar re hem pirtûkên xwe îmze kir hem jî li gel wan wêne girt.