Gera yekemîn di navbeyna Hêzên Tirkiyê û Amerîka û ayîndeyeke ne xuya
Gera yekemîn di navbeyna Hêzên Tirkiyê û Amerîka de bi dawî bû. Tirkiyê nerazîbûna xwe diyar kir. Encumena Leşkerî ya Girê Spî jî dibêje, ku ev ger li gor plana hatî danîn birêve çû û projeya gerên hevbeş, çareseriya herî guncaw e, ji bo ku deverê, dûrî şer bike.
K24- Hewlêr
Gera yekemîn di navbeyna Hêzên Tirkiyê û Amerîka de bi dawî bû. Tirkiyê nerazîbûna xwe diyar kir. Encumena Leşkerî ya Girê Spî jî dibêje, ku ev ger li gor plana hatî danîn birêve çû û projeya gerên hevbeş, çareseriya herî guncaw e, ji bo ku deverê, dûrî şer bike.
Gera yekemîn di nav bera hêzên emerîkî û tirkiyê de li devera mîkanîzma ewlehî bi rê ve çû, 6 zirîpoşên emerîkî û 6 zirîpoşên tirkî li gundê heşîşa yê di nav bera serêkaniyê û girêspî de gera xwe dest pê kirin bêyî ku derbasî tu bajar û bajarokan bibin, piştî vekêşana HSD ji xalên sînorî û rûxandina tonêlan, qonaxa ewlekirina sînor dest pê dike, û hêzên girêdayî encumenên leşkerî yên bajaran li ser sînor bi cî bibin, hevserokê encumena leşkerî ya girê spî diyar dike ku parastina sînor ji erkê hêzên xwecihî ne û ev gerên hevbeş li gorî rêkeftinên bihûrî û pîlana hatiye danîn li darketine.
Ta niha gerên hevbeş tenê di nava gundan de bi rê ve diçin, û li gorî encumenên leşkerî yên bajaran hebûna tirkiyê di devera mîkanîzmê de bi awayekî berdewam dê tune be, û xalên çadêriyê tenê dê di destê encumenên leşkerî û hevpeymaniya navdewletî de bin, li hêleke din, avakirina devera mîkanîzmê wek çareseriyeke aştiyane ye û herêmê dûrî egera cengê dike.
Piştî bi dawîbûna gera yekemîn enqera nerazîbûna xwe der barê vê gerê nîşan da û got emerîka dixwaze devereke aram li gorî berjewendiyên kurdan ava bike, herdem tirkiyê dixwest ku hebûna xwe li rojhilatî feratê bisepîne û xalên xwe yên çavdêriyê ava bike û eve yak u emerîka red kir û pirojeya gerên hevbeş li ser tirkiyê sepand.
Diyar e ku sînaryoya minbic dubare dibe, piştî gefên tirkiyê bi pêkanîna oprasiyoneke leşkrî niha ev gef dadikevin asta gerên hevbeş, û ev yek ji hêla gelek şîrovekaran ve wek vemrandina van gefan tê xwendin, lê hîn ne diyar e ku ev gerên hevbeş ta çi demê dê berdewam bikin.
Gera yekemîn di nav bera hêzên tirkiyê û emerîka de bi dawî bû, tirkiyê nerazîbûna xwe diyar , encumena leşkerî ya girê spî dibêje ku ev ger li gorî pilana hat danîn bi rê ve çû û projeya gerên hevbeş çareseriya herî guncaw y ji bo deverê dûrî şer bixe.