Mîhrîcana çand û danasîna Zebeşê Diyarbekir hat li darxistin

Li Diyarbekirê bi organîzatoriya Parêzgeriya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekir Mîhrîcana Çand û Danasîna Zebeşê Diyarbekir hat li darxistin. Di mîhrîcanê pêşbaziya giraniyê ya zebeşê Diyarbekir hat li darxistin. Zebeşê herî giran bi 49 kêloyan xelata yekemîntiyê bi dest xist.

K24- Amed

Li Diyarbekirê bi organîzatoriya Parêzgeriya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekir Mîhrîcana Çand û Danasîna Zebeşê Diyarbekir hat li darxistin. Di mîhrîcanê pêşbaziya giraniyê ya zebeşê Diyarbekir hat li darxistin. Zebeşê herî giran  bi 49 kêloyan xelata yekemîntiyê bi dest xist.

Li Diyarbekirê cara 9. Mîhrîcana Çand û Danasîna Zebeşê Diyarbekir hat li darxistin.  Mîhrîcana ku ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekir ve hatî organîzekirin bi govend û kurte konserekê dest pê kir. Di mîhrîcanê de bo zarokan jî çalakiyên rengîn hatin li darxistin. Xala herî balkêş a mîhrîcanê jî pêşbaziya giraniyê ya zebeşê Diyarbekir bû ku hilberîner Adîl Aydin di pêşbaziyê de bi zebeşê xwe yê 49 kêlo û 100 xraman xelata yekemîntiyê bi dest xist. Adîl Aydin amaje kir ku zebeşê Diyarbekir zebeşek teybet û navdar û ji ber vê yeke divê mîhrîcanên berfirehtir û dewlemendtir werin li darxistin.

Adîl Aydin, yekemînê Pêşbaziya Giraniya Zebeşê Diyarbekir, dibêje:"Zebeşê Diyarbekir xalis û muxlis ê esîl e. Ango dermanên kîmyewî nayên bikaranîn. Tenê zilqa kevokan tê dayîn. Ciyawaziya wê tama wê û mezinbûna wê ye. Keyfa me li cih e; lê ji aliyekî ve jî keyfa me ne li cih e. Zebeşe Diyarbekir bi nav û deng e lê di qadeke biçuk de bi organîzasyoneke ne têr tê li darxistin. Pêwîst bû ku mîhrîcaneke berfirehtir bihata çêkirin."

Parêzgarê Diyarbekir û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Hasan Basrî Guzeloglû di mîhrîcanê de axifî û anî zimên ji bo zebeşê Diyarbekir di qada navneteweyî de were nasîn jî ew ê projeyan amade bikin. Serokê Jûra Çandiniyê Yê Diyarbekir Cevat Celîl Dûran jî bal kêşand ku mîhrîcanên bi vî rengî baş in lê divê bazara zebeşê Diyarbekir berfireh bibe.

Cevat Celîl Dûran, serokê Jûra Çandiniyê yê Diyarbekir, got:"Baş e lê em dixwazin di salên pêş de bi mîhrîcanên pêşketîtir zebeşê Diyarbekir were danasîn. Berê me bi xebatên mezintir ev kar dikir lê niha Edene û Antalya li pêş me ne. Divê bazara zebeşe Diyarbekir çêbibe ku bêhtir were firotin. Hilberîn zêde ye lê bazar nîne bo firotinê"

Di mîhrîcanê de berhemên ku ji zebeşê Diyarbekir hatine çêkirin jî hatin pêşandan û ji aliyê beşdaran ve jî berhemên rengîn rastî eleqeyeke baş hatin. Ji Qaşilên zebeşên Diyarbekir bi rêbaza teşepêdanê berhemên ku wek remzên Diyarbekir tên qebulkirin derketin holê.