Berpirseke bala yê Îranê siza ya sêdaredanê bo derkevt
Dadgeha Îranê sizaya sêdaredanê sepande se wezîrê berevanîyê yê berê yê wî welatî, bi tuhmeta sîxurîkirinê bo Emerîkayê.
K24- Hewlêr
Dadgeha Îranê sizaya sêdaredanê sepande se wezîrê berevanîyê yê berê yê wî welatî, bi tuhmeta sîxurîkirinê bo Emerîkayê.
Xulam Huseyîn Îsmayîl, gotebêjê desthilata dadwerîya Îranê, bi kenala fermî ya hikumeta Îranê re gotîye: Wî wezîrî sîxurî bo Wîlayetên Yekgirtîyên Emerîkayê kirîye lew jî sizaya sêdaredanê bo wî derkevtîye.
Aşkera jî kirîye, sê berpirsên din jî her bi wê tuhmetê bo dema 10 salan dihên zîndanî kirin, lê yek ji wan sîxwurî bo Birîtanîyayê kirîye.
Komara Îslamîya Îranê ew kesên xîyanetê ji welat dikin, dihên sizadan bi sêdaredanê.