Îran: Em li gel alîyên Kurdî li Sûriyê kar dikin bo çareserkirina prisgirêkên ser sînûrê Tirkiyê
Wezîrê derve yê Îranê raghand, ew li gel tevahîya alîyên Kurdî li Sûriyê kar dikin bo çareserkirina prisgirêkan li ser sînûrê Tirkiyê û Sûriyê.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Îranê raghand, ew li gel tevahîya alîyên Kurdî li Sûriyê kar dikin bo çareserkirina prisgirêkan li ser sînûrê Tirkiyê û Sûriyê.
Mehemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê îro ragehand, wan bi Tirkiyê re ragehandîye: Li gor rêkeftna Edena, takne rê bo parastna sînorê Tirkiyê, belavkirina hêzên artêşa Sûriyê ye li ser sînûr û navçeyên Kurdan. Amaje bi wê yekê jî kirîye ku Îran li gel tevahîya ayîlên Kurdî li Sûryê kar dike bo çareserkirina prisgirêkên ser sînûr.
Got jî: Rêkarên ku Tirkiyê li ser sînûr peyrew dike djî serwerîya Sûriyê ye û ti armancekê pêk nahîne.
Bi gotna Zerîf: Îran amade ye prisgirêkên di navbera Tirkiyê û hikumeta Suriyê de çareser bike . Eşkere jî kirîye. derbarê avakirina hejmarek pran li ser çemê Dicle û Firatê ji alîyê Tirkiyê ve; wan bi amadebûna nûnerên Sûrî û Îraqî, hevdîtin li gel Tirkiyê kirîne.